HESEN ZREKkurdish file

HESEN ZÎREK_kurdish file_4

Û her wiha bi pêşngiya MUŞÎR HUMAYÛN ŞEHRDAR ve birêvediçe.

Hesen Zîrek ji ber sedemên aborî û jiyanî li xwendinê dûr dimîne. Lê belê,hêz û karînek bêhempa ji bo helbest û dengbêjiyê re hebûye.

Dengê wî ê xweş û tewanîna wî bû sedemê hebandina wî di nava sertaserê Kurdistan ê. Dengê wî di kolanên her derê Kurdistanê da digihîje guhên guhdêran.

Hesen Zîrek bi MÎDYA ZENDÎ ( مهدیه زندی) bêjera weşana Kurdî ya radyo Tehranê re dizewice. Di wê zewcê de, bi navê MEHTAB ( ARIZÛ) û MEHNAZ( SAKAR) du keçên wan çêdibin.

Hevjîna wî MÎDYA ZENDÎ, keça EZÎZ ZENDÎ di sala (1387) (2008'an) de li Tehranê jiyana xwe ji dest da.

Hesen Zîrek ne li Îranê û ne jî li Îraqê rojek xweş û asayî nabîne.

Ew rastî gelek pirsgirêkan tê. Birêveberên wê demê yê radyo Tehranê, rê ji ber kar kirina Hesen Zîrek di radyo Tehran de digire û astenengiyan çê dike. Ji ber wê astengiyê bandorek pir nebaş li ser rihê dengbêjiya wî çê dibe ku êdî tucaran nekarî wegere radyoyê.

Hesen Zîrek piştî ku li wir derdikeve, berê xwe dide Bexdayê. Li wir jî tuşî pirsgirêkan tê û ji aliyê desthilatdarên Bexdayê ve tê girtin û wî dişînin girtîgeha Bexdayê.

Girtîgehê da rastî îşîkenceyên giran tê. Piştî ku tê berdan dîsa berê xwe dide Tehran ê.

Li Tehranê da jî ji aliyê ( Savakê) ve tê girtin. Hesen Zîrek îşkenceyên ku Savak li hemberî wî bikar tîne, bi dengê xwe qeyd kiriye û wekî bîranînên girtîgehê bi nav dike.

Hesen Zîrek di salên (1341) (1962'an) heta (1343) (1964'an ) li Kirmanşanê dimîne û di radyo Kurdî ya Kirmanşanê de dixebite. Stranên wî ku 50 salan zêdetir e hatine gotin, hêla jî di nav Kurdan de bi avayekî nostaljîk (bîrever) in û di zêhna piraniya Kurdan de bîranînên baş û nebaşên jiyana wan dixe bîra wan.



#kurdishfile


#کورد
#کوردستان
#فرهنگ
#تمدن
#اصالت
دیدگاه ها (۱)

HESEN ZÎREK_kurdish file_5Hevjîna Hesen Zîrek, Mîdya Zendî k...

آموزش کامل زبان کورد_کوردیش فایلهدیه ای از کوردیش فایل به دو...

‍ HESEN ZÎREK_kurdish file_3Bi wan ra kar dike û bi hevkariy...

HESEN ZÎREK_kurdish file_2Lêkoln û werger : SAYÎME_XAKPÛRBeş...

در حال بارگزاری

خطا در دریافت مطلب های مرتبط