{% if state.amp %} {% else %} {% endif %}

EFSANEYA AHMARANKURDISHFILEBea

️EFSANEYA ŞAHMARAN_KURDISHFILE_Beşa 2

🖊 SAYÎME XAKPÛR

Baldar bin

(TAMASP ku wateya wê ( طهماسب) TEHMASOB e, peyvek Kurdî ye ku pêkhatiya ( تام+اسب) ( Tam+ Hesp)...

Çawa, Deve (شتر) di çanda Ereban de bi qedr û qîmete û tê hebandin, li nava Kurdan de jî Hesp ajelek bi qedir qîmete û tê hebandin.

Û her wiha navê zarokên xwe li peyvên sentetîk ( terkîbî )wekî peyva ( Esp) yan (Tame) ( تام) ku peyvek hevbeş di gel zimanê Îngilîzî ye datînin. wateya wê ( رام، راهوار) ( ram, rahvar) e.

Tamasp bi kêra berîka xwe kuna dîvêr vedikulo û mezintir dike. Gava vê kunê vedike şikefteke mezin li hemberî xwe dibîne û xwe diavêje nava şkeftê. Ji ber ku pir westiyayî ye li şkeftê de dikeve xewê û radizê.

Tamasp dema ji xewê radibe û çavê xwe vedike, dibîne ku bi hezaran mar li pêşiya wî sekinîne û li wî dinêrin.

Tamasp her çi qasî xwe paşve dikêşe, mar jî têne pêş. Êdî ew jiyanê bêhêvî dibe û çavên xwe digre û di bin lêvên xwe da duayê dike.

Piştî demekê dîsa çavên xwe vedike û lê dinêre, keçek pir bedew û delal li pêşiya wî sekineye. Ew keçika bedew nîvê bedenê wê însan e û nîvê din jî mar e.

Zimanê wî tirsê de tê girtin, keçik dibêjê: "netirse ez aciziya te nakim, ez melika maran im, ez Şamaran im. Tu niha westiyayî razê ez ê sibehê dîsa werim cem te".

Tamaspê westiyayî dîsa dikeve nava xewê, sibehê ku Tamasp çavên xwe ji xewê vedike, Şamaranê dibîne ku rû der rûyê wî rûniştiye û ji wî re taştê amade kiriye.

Tamasp ji ber bedewiya Şamaranê heyirî mabû û nikaribû çavên xwe ji ber bedewiya wê bigire û her wiha heyirî Şamaranê dinêrî. Bi hevre taştê dixwin. Şamaranê ku agahî li ser tevî razên ( sir) cîhane heye, destana afirandina merivahiyê ji bo Tamasp vedibêje û her tiştî ji wî re dide pênasîn.


#kurdishfile


#کورد
#کوردستان
#فرهنگ
#تمدن
#اصالت
دیدگاه ها (۲)

EFSANEYA ŞAHMARAN_KURDISHFILE_Beşa 3SAYÎME XAKPÛRŞamaran hem...

EFSANEYA ŞAMARAN_KURDISHFILE_Beşa 4SAYÎME XAKPÛRLê bi zorî w...

️EFSANEYA ŞAHMARAN_KURDISHFILE_Beşa 1SAYÎME XAKPÛREfasaneya ...

️شرح داستان شاماران_کوردیش فایل_3تاماسپ تا سالها رازش را به ...

در حال بارگزاری

خطا در دریافت مطلب های مرتبط